Search

Xwarin
Xwarinên Kurdî
  • Share this:

Di xwarinên kurdî de pincarên biharê, berhemên şîr, savar, sebze û goşt cihekê girîng digirin. Bi dehan cureyên kufteyê tên xwarin. Bi taybetî parêzgehên herêma Tolhildanê, Meledî, Gurgum, Dîlok ji aliyê çêkirina kufteyan ve gelek navdar in.

Li Kurdistanê herwiha suryanî, ereb, terekeme, tirkoman jî dijîn. Dewlemendiya çanda wan a xwarinê jî tevlî ya kurdan bûye. Cure cure xwarinên sebzeyê, bi cure cure nanan tê xwarin. Seleteyên kurdî pirranî ji arûf (xiyar), fringî (bacanê sor), pîvaza heşîn, bexdenûs, kahû û biharbêhnan (biharat) e.

Taştêyên kurdî jî gelek dewlemend in. Hingiv, toraq, cureyên penîran, hêk, zeytûn, fêkî xwarinên bingehîn ên taştêyê ne. Bo vexwarinê jî pirranî çaya reş tê ser destexaneya kurdî.

Kurdistan warê rezvaniyê ye. Pirr berê bav-kalên kurdan rezvanî bipêş xistine, ji tiriyê nîmetên cuda cuda hilberîne. Peyva tirî derbasî gelek zimanan, herwekî yên Ewropayê jî bûye. Bi almanî tirî, Trauben e. Ji tiriyê şerab çêkirine, jê re xwînî gotine. Lewra dişibiya xwînê.

Peyva şerab rengdêrek e, di wateyê "ava şor a şêran". Xwînî bi hatine Îskenderê Mezin an pirr berê ve wekî gwînî, wîn, vinum, kvinum derbasî yewnanî û latînî, ji wê jî derbasî zimanên nûjen ên îro yên li ewropa bûye. Bi latînî vinum, bi almanî Wein, bi îngîlîzî wine, fransî vin e ku hemî jî ji peyva kurdî xwînî (wekî xwînê) bingeha xwe digirin.


Bandora Xwarinên Kurdî di cîhanê de

Xwarinên kurd bandoreke mezin li xwarinên gelên cîran kirine, gelek cureyê xwarinê herçendî navên wan jî bi kurdî ne, di qada navneteweyî de li ser gelên din tên hejmartin. Sedem, nebûna dem û dezgehên kurdî ye.

Xwarinên kurd ji pêdivî, bandor û xwezaya jiyana wan in. Heger koçerî kiribîn bo mînak nanê sêlê bipêş xistine, lewra bi xwe re gerandina tendûrê dijwar e. Heger cotyar bûne, xwarinên sebze, heger rezvanî kiribin bo mînak pelên (pelgên) tirîyan bikaranîne. Li peravên Deryaya Navîn ku êlên kurdan li wir dijiyan û bi damezrandina komara Tirkiyeyê re ji wir birêkûpêk hatin derxistin, xwarinên deryayî, xwarinên ji goştê masiyan bipêşketibû.

Xwarinên kurd, ermenî, faris, mazenderanî, gilakî, afxanî, azerî û qefqasiyan gelek dişibin hevûdu. Herwiha hin cureyên xwarinê ji kurdan derbasê romî (tirk), ereb, yewnanî, laz, terekeme, suryanî û gelên din ên herêmê jî bûne, yan xwarinên wan ketine nav xwarinên kurdî.

Mirov dikare bêje, giraniya xwarinên kurd li se sebze, berhemên şîr, pincarên xwezayî, berhemên hevîrî û goşt in.


Xwarinên Herêmên Kurdistanê

Di navbera giraniya aboriyê û xwarek-vexwarekên kurdî de têkiliyeke rasterast heye. Heger li herêmê cotyarî serdest be, hêyavk,