Search

Pirtûk
TARÎXUL DEWLETUL EKRAD/TARÎXA DEWLETA KURDAN
  • Share this:

Ev kitêb nêzî 700 sal berê hatiye nivîsandin û kitêba ewil ya dîroka Kurdan e. Heke berî wê hin xebat hebin jî îro di dest me de tune ne. Nusxeya vê kitêbê ya orjînal li Stenbol di Kitêbxaneya Suleymaniyê de ye. Behsa heyama Dewleta Eyyûbiyan û Selahaddîn Eyyûbî dike. Ji sala 1175’an dest pê dike û sal bi sal behsa bûyera, şeqsa û behsa heyamê dike heya sala 1257’an.

Kitêba ku me çap kiriye 2 beş in, beşa Erebî ya kopîya orjînal û beşa wergera Kurdî. Ji ber ku kitêbê Erebî ji rastê dest pê dikin beşa orjînal ji dawiya kitêbê dest pê dike, beşa Kurdî jî di serê kitêbê de ye. Wergera wê ya Kurdî M. Emîn Narozî kiriye û pêşgotin jê re nivîsîye. Di serê wê de jî nivîsa Mehmet Bayrak ya ku behsa kitêbê dike heye.


TARÎXA DEWLETA KURDAN
Nivîskar: Mihemmed Layê Brahîm Layê Mihemmed Layê Ebu I-Fewaris Ebdulezîzê Ensarî Yê Xezrecî
Wergera Kurdî: M. Emîn Narozî
Mijar: Dîroka Dewleta Eyyûbiyan 
Weşanxaneya Azad /2015
ISBN: 978-605-64041-9-1
Rûpel: 856       Ebat: 15/22,5 cm
Berg: Kaxeta Stûr
Ziman: Erebî-Kurdî
Buhayê wê: 54 TL

Become a member

Get the latest news right in your inbox. We never spam!