Search

Pirtûk
Romanek li Ser Cuntaya 1980: Şopa Xeterê
  • Share this:

Nivîskar: Mehmed Dehsiwar

ISBN 978-91-88333-17-9

Ev romana Mehmed Dehsiwar romaneke polêsî ye, lê belê xwendevan gelek caran rastî dersên vicdanî jî tê û dide pey wan lehengên ku di rêya rast de ne. Mirov ji çend agahî û bûyerên dîrokî fêr dibe û dibîne ku salên 1980-1987an zêdetir di romanê de derdikevin pêş. Dema ewrên reş û tarî dagirtine ser Tirkiyê kurdên reben mêze kirine ku ti star êdî ji wan re nemaya, dev ji welatê xwe berdidin wek koçber, penaber dikevine rêyan û di dawiyê de beşek ji wan tên derdikevine vî welatê Bakûrê. Çawa tê zanîn bi hezaran kurd ji ber cuntaya leşkerî (1980) berê xwe dane Swêdê.

Yek ji van kurdên ku berê xwe daye Swêdê jî lehengê romanê Merdan Jîyan e ku di romanê de wek Merdan derbas dibe. Merdan di tevgereke çepên tirkan de kar kiriye û hatiye girtin. Dema ji girtîgeha Amedê derdikeve pêşiyê tê Stembolê, demekê li wir dimîne. Hevalê wî Behrî ku berî wî hatiye Stembolê gelek alîkariya Merdan dike, bi karên wî yên derketina derve mijûl dibe

Nivîskar Mehmed Dewsîwar di vê romana xwe de wek mînak xwestiye bi saya mînaka Nezîrê li Stembolê û bi saya mînaka Hasse li Stockholmê hin mekanîzmayên mirovî bide bikaranînê, aktîf bike bona çend mijarên nemirovî rûreş û sosret bike. Lehengê yekem Merdan wek “lehengê xelaskar” heyraniyeke mezin di romanê de peyda dike. Nivîskar Mehmed Dehsiwar ne tenê xwestiye bi kuştin, teqîn û dilopên xwînê kelecana xwendevanan bilind bike. Ew zane ew çi dike. Wî herwiha xwestiye çend mijarên ku mirovahî gelek hewcedarî wan e derxe pêş yan jî xwendevanên xwe di vê rê de seferber bike. Nivîskara swêdî Åsa Schwarz jî di romaneke polêsî de wek Mehmed Dehsiwar xwestiye çend pirsgirêkên mirovahiyê mîna hawirdor, jîngeh niqaş bike.

Hun pirtûkê ji vir dikarin bikirin: http://apecpublishing.com/product/sopa-xetere/


Become a member

Get the latest news right in your inbox. We never spam!