Search

Xwarin
Kuftên Bi Kartol
  • Share this:

Ji bo 5 kesan.

Malzeme

  • 750 gr. qîme
  • 2 hêk
  • Qedehek toza galeta
  • Nîv qedeh irmîk
  • Bexdenûs
  • Xwê
  • Îsota reş
  • Kimyon
  • 4 kevçî rûn
  • Kevçiyek merge, (salçe) ji yên navçe
  • 7 serî kartol
  • 3 qedeh av

Çêkirin

Toza galetê, irmik, bexdnûsên ziravhûrkiri, biharat û xwê tevlî qîme bikin. Baş bieciqînin û bikin kufte. Kevçiyrk rûn têxin tepsiyekê, kufte di vê tepsiyê de hinekî sor bikin û derxin. 3 kevçi rûn, kevçiyek merge û 3 qedeh av têxin eynî tepsiyê û li hev bixin. Kartolên tûzîkirî û kuftan têxin berhev di tepsiyê de û di firûnê bipijinin. Xwarina we hazir e.

Become a member

Get the latest news right in your inbox. We never spam!