Search

Navdarên Kurd
Eyyûbê bavê Sultan Selaheddîn
  • Share this:

Ebu-l-şukur Eyyûb îbn şazî/şadî îbn Merwanê ku bi el-Melik el-Efdel Necmeddîn bernavkirî ye û bavê Sultan Selaheddîn Yûsuf îbn Eyyûb e. Di jînenîgarîya kurê wî Selaheddîn de temamê neseba wî û dîtinên cuda yên li ser hatine nivîsîn, ji ber vê yekî jî pêwîstiya bi dirêjkirina li vê derê tine, kesê ku bivê dikare li wê derê binêre.


 Hinek dîroknasan gotîye: “şazî Îbn Merwan ji xelkê Duwînê [Divînê] û ji malbateke xuyanî û xwedîrûmet bûye. Li wê derê hevalekî wî bi navê Cemal el-Dewle Mucahîdeddîn Behrûz hebûye”, çawa ku di jînenîgarîya Selaheddîn Yûsuf îbn Eyyûb de jî derbas bû. Wan domandîye: “Ew [Behrûz] yek ji çelengtirîn û naziktirînê kesên wê derê û serwexttirînê bi tevdîra karûbar bû û herdu [şadî û Behrûz] ji hev re weke du birayan bûn, lê li Divînê bûyerek li Behrûz qewimî ku ji ber şerm û fedîya xwe ew jê (Divînê) derket. Sedemê wê jî  derketina navê wî bi jina serdarekî Divînê re û xesandina wî ji hêla wî ve bû. Piştî vê navderketinê êdî ew nikaribû li wê derê bimaya û rabû qesta ber xizmeta mezinekî selçûqîyan sultan Xîyaseddîn Muhemmed îbn Melîkşah kir ku bi destûra yezdan dê di babeta wî de bê. Ew çû cem lalayê (perwerdekarê) zaroyên wî, lala jî ew nazik û di her warî de têrûtije dît ku ji ber vê yekê jî ew li cem wî bi pêş ket û hate nasîn, wî gelek karûbarê xwe spartê û çi gava ku karekî kurê Sultan Mesud jî derdiket, wî ew pê re siwar dikir û dişand.


 Rojekê Sultan ew bi zaroyên xwe re dît û bi lala re xeyidî. Wî [lala] jî jê re got: “Ew kole ye” û pesnê wî, yê dîndarîya wî, dilsozîya wî û şarezayîya wî da. Piştre jî carê ji bo hinek kar wî ew şande cem Sultanî ta ku dilê wî lê vebû, pê re bi setrenc û tewlayê leyîst û jê hiz kir. Hima tam hingê lala jî mir û Sultanî jî yekser ew xiste cihê lala, ew ji karê xwe yê girîng re amade kir û zaroyên xwe jî sparte wî ta ku saloxê wî li wan der û doran hemî belav bû. Ew jî rabû, wî şand pey şazî/şadî û ew vexwende cem xwe, da here xweşîya ku tê de ye bibîne û ew qencîya ku Xwedayê teala dabû wî, pê re parve bike û her weha pê bide zanîn ku wî ew jibîr nekiriye. Gava ew gihîşte cem [Behrûz], wî pirr rûmet dayê û gelek qencî pê kir.


 Ev yek jî rasatî dema biryara Sultan ya şandina wî bi walîtî bo Bexdayê û cihgirîya wî ya wê derê hat ku ji xwe ji berê ve di nav desşilatdarên selçûqî de ev yek yanî şandina cihgirekî xwe bo Bexdayê bûbû edet. Wî xwest ku şazîyê navgotî jî bi xwe re bibe û ew jî bi zaroyên xwe ve pê re çû. Sultan keleya Tikrîtê da Behrûz û wî jî ji şazîyê/şadîyê qalkirî çêtir ti kesê ku lê ewle bibe û wê bispêrê nedît û rabû ew şande wê derê. Ew çû li wê derê ma lê demek piştre mir, gava ku ew mir wî kurê wî Necmeddîn Eyyûbê navbihurî danî cihê wî. Wî jî rewşa wê qenc li hevanî û Behrûz jî jê re spas kir û qencî pê re kir. Ew ji birayê xwe Eseddîn şêrkohê ku dê bi destûra Xwedê behsa wî bê, mezintir bû.”


 Weke ku dixuyê navbera van gotinan û yên di jînenîgarîya Selaheddîn de hinek cudahî heye bes Xwedê çêtir bi rastîya wê dizane. Lê ji herduyan pêkve mebest derdikeve holê û ji ber vê jî divê li wê derê jî bê nihêrtin. Her weha min di wê jînenîgarîyê de sedemê hevnasîna navbera Îmadeddîn Zengîyê xwedîyê Mûsilê û Necmeddîn Eyyûb û Esededdîn şêrkoh jî dîyar kirîye ku loma jî pêwîst nake êdî ez li vê derê dubare bikim.


 Demek piştre carekê gava hermetek ji bo karekî xwe ji keleya Tikrîtê derketibû û di vegerê de di cem Necmeddîn Eyyûb û birayê wî Esededdîn şêrkoh de derbas bûbû, girîyabû. Wan jî jê sedemê girîyê wê pirsîbû û wê jî dîyar kiribû ku gava ew ji derîyê keleyê ve hatibû, îsfehsalar (serdarê keleyê) derketibû pêşîya wê. şêrkoh ji cihê xwe rabûbû, çûbû û dest avêtibû serrima îsfehsalar, ew jê sitandibû û pê lê xistibû ta ku ew kuştibû. Birayê wî Necmeddîn Eyyûb jî di cih de dest danîbû ser, ew girtibû, ji Behrûz re nivîsîbû, ew ji rewşê agahdar kiribû û li raya wî ya ser bûyerê pirsîbû. Bersîva wî weha jê re hatibû: “Emekê bavê we pirr li ser min heye û di navbera min û wî de dostanîyeke wisa xurt hebû ku qet rê nade ez xirabyê bi we bikim, lê bi tenê ez divêm ku hûn ji welatê min û ji ber xizmeta min derkevin û herin li cihekî din li rizqê xwe bigerin.”


 Wextê ev bersîv gihabû wan êdî ew nikaribûn li Tikrîtê bimana û jê derketibûn, çûbûn Mûsilê. Ji ber qencîya wan ya berê bi atabeg Îmadeddîn Zengî re wî pêşwazîya wan kiribû, qedrekî zahf dabû wan, çêyî bi wan re kiribû û gelek meraxeyên hêja dabûne wan. Piştre gava Atabegî keleya Baalbekê vegirtibû hingê Necmeddîn Eyyûb kiribû cihgirê xwe û danîbû ser.


Evê han hemî di jînenîgarîya kurê wî Selahddîn de jî hatîye gotin lê belkî bi hevokên cuda. Min li Baalbekê xangeheke (xwendegeheke?) sofîya bi navê ‘Necmîye’ dît ku wî ew di dema xwe ya wê derê de ava kiribû û ew hê jî li ser navê wî mabû. Ew mirovekî pîroz û pirr çêyîxwaz bû, dilê wî bi ser qencîyê ve bû, dilpak û dilsoz bû.


 Ji xwe di jînenîgarîya Selaheddîn de beşek ji agahên bavê wî Necmeddîn Eyyûb û anîna wî ya ser Baalbekê û serpêhatîya wî ya piştre heya gihîştina wî ya şamê hatîye gotin, ji ber vê jî hewce nake ku ez li vê derê ducar bikim.


Gava birayê wî Esededdîn şêrkoh ji bo alîkarîya şawer berê xwe da Misrê çawa ku ez dê bi destûra Yezdan di jînenîgarîya wan de dîyar bikim, hingê Necmeddîn Eyyûb li şamê dima û di ber xizmeta Nûreddîn Mehmûd îbn Zengî rehma Xwedê lê be, de bû. Vêca dema kurê wî Selaheddîn bû wezîrê xelîfeyê xwedîyê welatê Misrê el-Adid, hingê wî bavê xwe ji şamê vexwende cem xwe.


 Nûreddîn rabû ew amade kir û şande cem ku ew şeş roj berî dawîya meha receba pêncsed û şêst û pêncan/serê adara hezar û sed û heftêyî (565/1170) gihîşte Qahîreyê. El-Adid ji bo rûmetdarîya kurê wî Selaheddîn Yûsuf bi xwe derkete pêrgî wî û kurê wî Sealheddîn jî li gorî şanê kesên mîna xwe bi edeb pê re meşîya û desşilatdarîya xwe hemî pêşkêşî wî kir, lê wî ew nepejirand û got: “Kurê min bêguman tu ji vî karî re layîq bûyî ku Xwedê tu jê re hilbijartî û ji xwe pêwîst nake ku cihê kamîranîyê bê guhertin.” Ew li cem wî ma heya ku desşilatdarîya welatî bi tevayî ji Selaheddîn re ma, herweke ku ev yek di jînenîgarîya wî de jî derbas bû.


 Piştre Selaheddîn çû Kerekê ku dora wê bigire û bavê wî jî li Qahîreyê ma. Rojekê ew siwar bû ku weke adetê leşkeran here bigere; gava ew di derîyê el-Nesr de ku yek ji derîyên Qahîreyê bû, derket, hespê wî rabû pêdarê û ew li nava rê li erdê xist. Ev bûyer di duşema hijdeyê zilhecceya sala pêncsed û şêst û heştan/tîrmeha hezar û sed û heftê û sisêyan (568/1173) de bû. [Yên pê re] ew rakir, bir mal lê jana wî domand ta ku ew di çarşema bist û heftê meha gotî de, pê çû. Hinek ji dîroknasan ku Îmadeddîn el-Katib el-Îsfehanî jî yek ji wan bû weha gotîye, lê hinekan jî gotîye ku wefata wî di roja sêşemê de bûye.


 Min di tarîxa Kemaleddîn îbn el-’Edîm de, di beşeke ku ji raveya el-’Edud Murhefe îbn Usame îbn Munqiz girtibû de dît ku tê de gotîye: ´wî di duşema hijdeyê zilhecceyê de wefat kirîye`, lê çawa dixuyê el-‘Edud ew xistîye vê gumanê. Wî bawer kirîye ku ew di roja ketina ji hespê bi xwe de mirîye jî lê ev tarîx ya ketina ji hespê bûye ne ya wefata wî, bes Xwedê çêtir dizane.


Gava wefat kir ew di çavîyeke seraya sultanîyê de li cem birayê xwe hate veşartin lê piştî çend salan bo Medîneya Pêxember ya bi rûmet qenctirîn mihrîvanî û aştî li ser niştevanê wê bin, hatin birin.


 Min di tarîxa el-Qazî el-Fadil de ku weke rojane bi destnivîsa xwe amade kirîye û her roj tê de agahên wê rojê nivîsîye de dît ku di roja pêncşema çarê sefera sala pêncsed û heştêyî/gulana hezar û sed û heştê û çaran (580/1148) de di nameya Bedr el-Esed ku ji Medîneyê hatîye de, dîyar dike ku tabûta herdu mîran, Necmeddîn Eyyûb û Esededdîn şêrkoh gihîştîye wê derê û gora wan bûye cînarê hicreya pîroz ya Pêxember, Xwedê wan bi cînartîya wî şa bike.   


 Gava Selaheddîn ji Kerekê zivirî Misrê di rê de nûçe jê re hat gotin, ew zahf pê êşîya û bi ber ket ku çima ne li cem bûye. Wî ji birazîyê xwe yê xwedîyê Baalbekê Ezeddîn Ferûxşah îbn şahînşah îbn Eyyûb re bi destnivîsa Qazî el-Fadil nivîsî û ji bo bapîrê wî Necmeddîn Eyyûb serxweşîya wî kir.


 Beşeke nivîsa wî ev e: “Bobelata ku bi serê serwerê çûyî ve Xwedê wî bibexşîne û gora wî bi mihrîvanîyê dagire hat, rast e; çiqas keder pê rabû û tirsê zêde kir. Ji xwe nedîtina me hesreta me dupa kir. Me ji sebir û samanê alîkarî xwest lê neda û bendê bilindtir kir. Ax ji ber çûyîyê ku em negihan serxweşîya wî û bobelat jî piştî wî êdî sivik bûne. Bi çûna wî re şemla bereketê jî belawela bû. Ji xwe piştî hevgîhanê cudabûn e:


Destê mirinê ew di nebûna min de zeft kir lê


Ger ez  amade bûma jî  ez nizanim min dê çi bikira


 Zana ’Emmare el-Yemenîyê ku dê behsa wî bi destûra yezdan bê, jî bi qesîdeyeke dirêj ku di pirranîya wê de pesnê wî daye, li ser gerandîye. Destpêka wê ev e:


Ev heja pêşî ye û yê ku sebr û hedana wî


Li ser vê tirsinakê bê xêra wî dupa dibe


Îbn Ebî Teyê edebîyatvanê Helebê jî di tarîxa xwe ya mezin de gotîye: “Necmeddîn Eyyûb li bajarê şebextanê[1] bûye. Hatîye gotin jî ku ew li cebel Cûrê (çîyayê Cûrê)[2] çêbûye û li Mûsilê mezin bûye, lê jê pê ve tu kesê din weha negotîye. Min li vê derê bes ji bo agahdarî behsa vê yekê kir da yên ku bi vê babetê nizanin pê nexapin û rast nedêrînin, çiku ew ne rast e ya rast ew e ku min pêşî gotîye.


 şazî/şadî: navekî bîyanî ye, erebîya wê “ferhan” e.  


Duwîn: bajarek e ku lý dawiya herêma Azerbaycanê li hêla bakur dikeve û hevsînorê Gurcîstanê ye. Ji xelkê wê re hem duwînî/duwênî û hem jî duwenî tê gotin.[3]  


Ew herdu mizgeft û hewzên pişta Qahîreyê yên dervayê Bab el-Nesrê jî ji berhemên Necmeddîn Eyyûb in. Min di hicreya raserî hewzê de dît ku tarîxa avakirina wê 566/1170-71 bû. Rehma Xwedê lê be û canê wî pîroz bidêrîne.[4]


 Sala pêncsed û şêst û heştan (568/1172-73, Ji Rewdeteyna Ebû şame)


Wefata Necmeddîn Eyyûbê bavê Selaheddîn û hinek agahdarî li ser


Îmad [el-Katib el-Îsfehanî] gotîye: ”Necmeddîn Eyyûb siwar bû, lê li Qahîreyê li Bab el-Nesrê  hespê wî rabû pêdarê û roja duşema hijdê zilhecceyê ew li nava rê li erdê xist. Wî birin mala wî lê heşt roj piştre, sêşema bîst û heftê zilhecceyê mir. Ew mirovekî qenc, dilsoz, mihrîvan û milahîm bû, dergahê wî timî bi delegasyonan dagirtîbû, maldayî bû û comerdîyê belav dikir. Kurê wî Selaheddîn ne li mal bû, ew derketibû xezûyê û çûbû avêtibû ser Kerek û şewbekê (Montrealê). Ew [Necmeddîn] li kêleka gora Eseddîn di çavîyeke qesra sultanîyê de hat veşartin û piştî du salan bo Medîneya birûmet ya Pêxember qenctirîn mihrîvanî û silav, aştîxwazî û rêzgirî, mezinatî û qedirgirî li ser niştevanê wê bin û malbat û hevalbendên wî [pêxemberî] jî her aşt bin, hat birin.”


Gora wan di kumbeta wezîrê Mûsilê Cemaleddîn el-Îsfehanîyê ku behsa wî bihurî rehma Xwedê li wan be, de ye.


 Qazî Îbn şeddad jî gotîye: ”Gava Selaheddîn ji cengên xwe zivirî berî ku bigihîje Misrê nûçeya wefata bavê wî Necmeddîn gihîşte wî, ew pirr pê êşîya ku bi saxî negihîştibû ser. Sedemê wefata wî ketina wî ji hespê bû, rehma Xwedê lê be wî pirr xweş hesp diajot û wisa mubtelayê leyîstika kurreyê bû jî ku gava pê dileyîst yê ku bidîta dê bigota ger ne bi ketina ji hespê be mirina wî nîne.


[Ji bo] hinek ji nameya Fadil ku hingê li ser navê Selaheddîn ji Feruxşah[5] re nivîsîbû [binêre li jor beşa Îbn Xellîkan r. 3]


 Îbn  Ebî Teyyê Helebî jî gotîye: ”Ew mîr Necmeddîn Eyyûb îbn şazî/şadî ye, ji bavê wî şazî û bi jor ve tu bapîrên wî yên din nayên zanîn, lê bavê min rehma Xwedê lê be, ji min re got: ”Teqyeddîn ‘Umer [Emer] carê Merwan jî lê zêde dikir û digot ‘şazî îbn Merwan”. Min jî ji yekî bihîst ku digot: ”şazî îbn Merwan îbn Yaqûb”.


Îbn Ebî Teyy domandîye: ”Gava Îbn Seyf el-Îslam dest danî ser Yemenê digot ku ew ji malabata Îbn Merwan îbn Muhemmed el-Ce‘dîyê naskiriyê bi el-Hemmareyê xelîfeyê dawî yê emewîyan in.” Herweha wî domandîye: Min li vê yekê zahf kola ta ku tibabek ji eyyûbîyan li ser derewîya wê bûne yek û eyyûbî hemî ji şazî pê ve bi kesî din nizanin. Sultan Melîk el-Nasir (Selaheddîn) jî rehma Xwedê lê be, heman tiştî ji min re got.”


 Delîla rastiya wê ew e ku min li weqifnameyên ser feqîrxaneyên/Tekîyayên Necmî yên şamê hemî nihêrî min tê de ji Necmeddîn Ebû Se‘îd Eyyûb îbn şazîyê/şadîyê Adilî pê ve navekî din nedît.


Ev îbn Seyf el-Îslamê han Ebû-l-Fîda Îsmaîlê kurê Tuxtekîn îbn Eyyûb îbn şazî bû û birazîyê Selaheddîn bû[6] ku piştî bavê xwe bûbû xwedîyê Yemenê û nefseke mezin pê re çêbû bû. Wî xwe welê mezin dîtibû ku xwe gihîştandibû emewîyan, doza xelîfetîyê kiribû û xwestibû ku xelîfetîyê ji ebbasîyan bistîne û bi paş ve li emewîyan vegerîne. Li ser vê yekê gelek helbestên wî jî hene. Wî xwe bi bernavkê el-Îmam el-Hadî bi Nûrîllah el-Mu‘îzz lî Dînîllah Emîr el-Mu’minîn bi nav kiribû û gelek şairan jî bi vê yekê pesnê wî dabû û ev karê wî pê xweş kiribû. Hinek ji helbestên wî ev in:


Bêguman ew Xelîfe el-Hadî ez im  

Ku stuyê zordaran  bi olaqên  tazî  diçemînim (164 B)

Divê ez Bexdayê bitewînim û

Weke cawfiroşan/simsaran  wê belav bikim  

Alayên xwe li ser şerefeyên wê biçikînîm,

Avadanîyên bav û kalê  xwe vejînim

Li ser her mînberê dê xutbeya min bê xwendin

Û ez ê dînê Xwedê li herderî binumînim.


Piştre Îbn Teyy gotîye: ”Necmeddîn Eyyûb yekî dadmend î merd bû, ew pirr nimêjkar, mihrîvan û pirr xweyxêr bû, wî ji zana hiz dikir û ew hogirê qencan bû. Ew mirovekî pesindayî bû ku Îmad el-Katib jî bi çend qesîdeyan pesnê wî daye.”


Wî domandîye: ”Necmeddîn Eyyûb li herêma şebextanê çêbûye, her weke ku Mueyyîd el-Dîn îbn Munqiz jî gotîye lê hinekan jî ji min re got ku Necmeddîn Eyyûb li Cebel Cûrê (çiyayê Cûrê)7 hatîye dinyayê lê li herêma Mûsilê mezin bûye. Ew bi egîdî û mêrxasî mezin bûye û ketîye ber xizmeta sultan Muhemmed îbn Melîkşah û gava wî jî tê de ewleyî, hişmendî, durustî û esilzadeyî dîtîye rabûye ew danîye ser keleya Tikrîtê. Wî jî ew bi çêtirîn awayî bi rêve birîye, ew qenc li hev rast kirîye û aqarê wê ji xerab, rêbirr û zîyankaran paqij kirîye ta ku ew hatîye avedankirin, rewşa gelê wê baş bûye û rêyên wê ewle bûne.


Gava sultan Mes‘ûd bû desşilatdar hingê keleya Tikrîtê bi meraxeyî da Mucahîdeddîn Behrûzê kole ku şihneyê (serekê asayişa) Bexdayê û walîyê Îraqê bû. Ev Behrozê han serdarekî ku hukum li Îraqê hemî, li Mûsil û Îsfehanê jî dikir û hêza wî ya siwarî jî pênc hezar bû. Wî Necmeddîn Eyyûb li ser walîtîya Tikrîtê hişt û wîlayetên hevsînorên wê jî giş xiste bin çavdêrîya wî. Cihê wî li cem sultan Mesûd jî baş bû û Behrûz jî keleya Tikrîtê kir gencîneya mal û giranbihayîyên xwe ku ev hemî jî bi saya serê mîr Necmeddîn û şarezayîya  karbidestîya wî pêk hat.


Necmeddîn di çavê xelkê de dîndar, xweyxêr û sîyasetmedarekî mezin bû. Ji dîndar û zanayan çi kesê ku di cem wî de çûbe ew bê birina mal û mêvandarîyeke çê derbas nebûye û li kîja bajarî navê dîndarekî seh kiribe jî hemin şandîye pey û ew vexwendîye.


Îmad el-Katib di Sîret el-Selçûqîye de behsa Necmeddîn Eyyûb kirîye û bi xweşî pesnê wî daye; li ser dîndarî, kedhelalî û wefadarîya wî ya pirr û xweyxêrîya wî gelek tiştên qenc gotîye û bûyera apê xwe Ezîz jî ku ji hêla wezîr el-Derkezînî8 ve li keleya Tikrîtê hatibû zindan kirin nivîsîye û dîyar kirîye ku çendî fermana kuştina wî li Necmeddîn hatibûye kirin jî lê wî ew neanîye cih ta ku Behrûz bi xwe rabûye fermana El-Derkezînî pêk anîye.


Piştre sultan Mes‘ûd leşker daye hev û ji bo desşilatdarîyê derketîye. Wî û Atabeg Zengî îbn Aqsenqer çavê xwe berdabû Bexdayê û ew bi leşkerekî pirr ve çûn heya Tikrîtê da herin Bexdayê vegirin. Gava ev nûçe giha guhê atabeg Qeraca el-Saqî îbn Sultan Mehmûd ew rabû hezar siwarî xiste pêşîya Zengî û piştre leşkerekî zahftir jî şande alîkarîya wan. Zengî şikîya, tibabek ji hevalên wî hatin kuştin, tiştê ku bi leşkerê wî re bû hemî hat talan kirin û wî bi çend birînan ve xwe avête ber sûra Tikrîtê.


Necmeddîn Eyyûb û birayê xwe şêrkoh pê hisîyan û çûn ew bi werîsan kişand keleyê û birînên wî derman kir. Wan xizmeteke baş jê re kir, nêzîkayî jê re nîşan da û  panzdeh rojan ew li Tikrîtê li cem xwe hişt. Piştre gava ew dê bizivirîya Mûsilê pêwîstîya wî bi pertalan çêbû, wan jî çi pertalên ku li cem wan hebûn digel dawarên pêwîst ji bo barkirina pertalên xwe li wan, dane wî.


Zengî ev bidesgirtina ku ji Eyyûb dît û ev qencîya ku pê re kiribû ji bîr nebir û heya ku ew li Tikrîtê dima jî timî jê re perû û dîyarî rêdikirin. Vêca dema ew (Necmeddîn) ji wê derket çawa ku em dê bibêjin, Zengî ew bi dilxweşî û camêrî pêşwazî kir, pirr qedrê wî girt û çend meraxe dane wî.


Necmeddîn Eyyûb Tikrîtê bi baştirîn sîyasetê birêve biribû û xwe bi xelkê wê hemî dabû hiz kirin. Birayê wî şêrkoh jî ku mêrxas û palewanekî çê bû pê re li keleyê bû, ew ji bo kar û bar ji keleyê dadiket û hildikişîya wê, lê Necmeddîn bi xwe qet ji keleyê danediket. Rojekê Esededdîn ji bo karekî ji keleyê daketibû û piştre dîsa zivirîbû. Vêca gava Esdeddîn hilkişîyabû keleyê hingê katibê xwedîyê wê yê xiristîyan  ku berê di navbera wî û Esededdîn de xirecir derketibû ew dîtibû û gotineke çors pê kiribû. Esededdîn jî hingê qet nemerdî nekiribû û rabûbû şûrê xwe kişandibû, ew kuştibû û hilkişîyabû keleyê. Ji ber tirs û heybeta wî ti kesî newêribû li ser yê xirsitîyan biqewimîne û hima bi nigê wî girtibû û ew di keleyê de avêtibû xwar.

Ew bûyer gihabû guhê Behrûzê xwedîyê keleya Tikrîtê û mirovekî ew [Behrûz] bi dilêrîya Esededdîn û xurtîya eşîra wî tirsandibû û pê dabû zanîn ku xelk pirr ji birayê wî Necmeddîn hiz dike, jê xweş e û ji ber vê jî çi dema ku libtek ji wan derkeve dê encama wê tirsinak û rêlibergirtina wê jî zehmet be. Ji bo vê yekê jî ew rabû wî ji bo kirina birayê wî lome lê kir û ferman kir ku keleyê bispêre kesê ku nameya wî dibe. Necmeddîn bi sernermî û erênî bersîv da û ji mal, zarok û malbat çi tiştê wan yê li keleyê hebû daxist û bi birayê xwe ve kete rê û qesta Mûsilê cem Îmadeddîn Zengî kir.


 Hatîye gotin jî ku Esededdîn hê berî Necmeddîn ji keleyê derketibû û çûbû.

Çûna Necmeddîn ji pişta wan pirr li zora xelkê keleyê hatibû û kesek di keleyê de nemabû ku ji bo verêkirina wî derneketibû û her weha ji bo veqetana wî xemgînîya xwe nîşan nedabû û eşkere negirîyabû.

Gava ew gihîştin cem Atabeg Zengî ew bi hatina wan şa bû û ferman kir ku bi dêlindêzê herin pêşîya wan. Wî gelekî qedrê wan girt û li herêma şehrezorê meraxeyên hêja dane wan. Hatîye gotin jî ku li Muezzerê9 meraxe daye Esededdîn.   


Di navbera Esededdîn û Cemaleddînê wezîr de dostanîyeke welê pirr çêbû ku herduyan ji hev re sond xwar ku di saxî û mirina xwe tev de bi karê hev re rabin. Cemaleddîn li ser karê Esededdîn û Necmeddîn kudand ta ku wan di dilê atabeg Zengî de şêrîntir kir û ew li cem wî gihandin pêplûka herî bilind. Ew pê re çûn heya erdê şamê, ketin cenga kafir û şerê frengan, laneta Xwedê li wan be. Bêguman di payebilindîya wan de rolekî mezin yê mêrxasîya Esededdîn û dilêrîya wî hebû.


Bavê min rehma Xwedê lê be ji min re qal kir ku Se‘d el-Dewle ebu-l-Meyamin el-Mu’melîyê havalê Necmeddîn jê re gotîye û herweha ev bûyer ji Mecdeddîn îbn Daye el-Melîk el-Salih jî hatîye bihîstin ku Husameddîn Senqerê xulamê mîr Necmeddîn Ebû Talib ku berê xizmeta Necmeddîn Eyyûb îbn şazî/şadî jî kirîye gotîye: “Gava Nûreddîn îbn Zengî di destpêka sala pêncsed û şêst û heftan/hezar û sed û heftê û yekê [567/1171] de Necmeddîn şande Misrê cem kurê wî Sultan el-Melîk el-Nasir da xutbeya misrîyan bi birre û ya Ebbasîyan bixwîne, hingê ez jî pê re bûm. Weha çêbû ku gava Sultan el-Melîk el-Nasir û bavê xwe mîr Necmeddîn li koşka wezîrtîyê civîyabûn û pêkve li ser textê sultanîyê rûniştibûn, civat jî bi mirovên herdu dewletan dagirtîbû û xelk di kêf û şahîyeke hişbir de bû, ez jî amade bûm. Ew hê di wê rewşê de katibekî xiristîyan ku di ber xizmeta mîr Necmeddîn de bû, hat, erda ber Sultan el-Melîk el-Nasir û bavê wî Necmeddîn maçî kir û berê xwe da Necmeddîn û got: ‘Serwerê min maneya gotina min ya berê dema ku ev Sultan hê ji te re bûbû, ev bû.’ Necmeddîn kenîya û got: ‘Bi Xwedê rast e’.


Piştre wî ji Xwedê re spas kir, qencîya wî şêkirand, pesnê wî da û li civata dora xwe ku tije şarezayên mezin, qazî, serdar û mîrek bû, zivirî û got: ‘Di bin gotina vî xiristîyanî de serpêhatîyeke balkêş heye ku ew jî ev e: Di wê şeva ku ez bi vî kurî yanî Sultan el-Melîk el-Nasir, xwedîpar bûm, xwedîyê Tikrîtê ferman li min kiribû ku ez ji ber kirina birayê xwe Esededdîn şêrkoh - mihrîvanîya Xwedê lê be - ya kuştina wî katibê xiristîyan, ji keleyê derkevim. Ez jî tam hogirî keleyê bûbûm û ji min re bûbû weke welatê min, ji ber vê jî li zora min hat ku ez hê ji nû ve rabim berê xwe bidim devereke din û ji ber vê jî ez pirr xemgîn bûbûm. Hê ez di wê rewşê de mizgînîya bûna wî ji min re hat. Min ew bêoxir dît, ez li tiştê ku bi serê min ve hat şaşmayî mam û ji ber vê jî ne ez pê şa bûm û ne jî ji min re bû mizgînî. Em ji keleyê derketin lê ez hê jî di bin tesîra wê bêyomîyê de bûm û ez ne nêzî behsa wî bûbûm û ne jî min nav lê danîbû.


Ev xiristîyanê han jî katibê min bû, gava dît ku ez ji wî tifalî aciz bûme û bêyomîya wî sedemê vê bûyera bi serê me de hatî dibînim ew rabû wî ji min destûra axavtinê xwest, min jî destûr dayê û wî jî weha got: ‘Serwerê min, min ji ber bûna vî gedeyî di we de çêbûna dudilîyekê dît. Lê ma çi wî bar di gunehan de heye û ji ber çi ew vê yekê ji te heq dike? Ji xwe dîyar e ku ti kar û zirarê wî tine û tiştek jî jê nayê! Ev bûyera ku li te qewimîye biryareke Xwedayê teala ye û çarenivîsa te bi xwe ye. Piştre kê dizane, belkî ev gede bibe şahekî navdar û payebilind’. Ev gotina wî ya hingê dilê min xweş kir û niha jî ew wê tîne bîra min. Civat li vê lihevrasşatinê şaş bû û Sultan û bavê wî jî hemdê Xwedayê pak kir û jê re spas kir.”


şair ‘Ummare jî hinek helbestên pesn û gerandinê li ser Necmeddîn nivîsîye ku hinek ji wan ev in:


 Dem û dewran bi Necmeddîn bişirî ne

Û hertim rûyê wî bi rûmetê geşbûyî  ye

Ew lê didomîne:

Nîl bi te bû hecî û ´umrî

mîna ku Beyt û Kabe ketibinê

Ku kurên te hatin, şemla dîn belawela bû

Wan pirr tê koşa û niha ew tekûz bû

Berî dîtina wan ti kes tê negiha

ku li ser erdê par tê belavkirin

Çavên cîhanê bi saya dadmendîya wan  kete xew

Çawa ku hişyarîya me jî di serdema wan de xewn e

Nasirê kurê te jî têra herderdî dike

Û ji xwe tu xumam jî li ser bûyeran nemaye

Wî kûrana me bi hêz û qencîyê rûmetdar kir

Û tirs û nebûnê jî ji xwe ji cem me bar kir

Deşt bi şahekî  Eyyûbî  bişirî

Û ezm û desşilat ji hêza wî re serî danî

Ji gerandinên wî jî:

Ev heja pêşî ye û yê ku sebr û hedana wî

Li ser vê tirsinakê bê xêra wî dupa dibe

Ez spêdeya çarşemê kirêt dikim çiku wê

Beyanîya xwe bi birekên mirinê bişirand

Rojê bela anî serê stêra xwe

Masî û sîsyaroka bayê bang dikin:

Lome li me nekin û  li me biborin

Lê yê li ser çûna Eyyûb bigirî uzrê wî dîyar e10

(---------)11


Mîr Necmeddîn Ebu-l-şukur Eyyûb îbn şadî (Ji Bîdaye we-l-Nîhayeya Îbn Kesîr)


[Mîr Necmeddîn Ebu-l-şukur Eyyûb îbn şadî] îbn Merwan, hinekan Merwan îbn Yaqûb jî lê zêde kirîye, bes yekîtî li ser çêbûye ku piştî şadî ji neseba wan kesî din nayê zanîn. Ecêb e ku hinekan ew gihandîye neseba xelîfeyê dawî yê emewîyan Merwan îbn Muhemmed, lê ev ne rast e û yê ku pê ev doz dane kirin Ebû-l-Fîda Îsmaîl îbn Tuxtekîn îbn Eyyûb îbn şadî ye û bi Îbn Seyf el-Îslam naskirî ye. Ew piştî bavê xwe bûye desşilatdarê Yemenê, doza xelîfetîyê kirîye û bernavkê Îmam el-Hadî bî Nûrîllah li xwe kirîye. Ev doz wisa pê hatîye şêrîn kirin ta ku wî ev [helbesta jorîn ya r. 44an] li ser gotîye.


Bêguman ev doza wî ne îddîayeke rast e, ew bêbingeh e û xwepêgireke wê jî nîne. Em bên ser mebestê; Mîr Necmeddîn ji Esededdîn şêrkoh mezintir e û li erdê Mûsilê hatîye dinê. Ew mirovekî mêrxas bû. Gava ew kete ber xizmeta şah Muhemmedê kurê Melîkşah û wî jî tê de şarezayî û ewleyî dît rabû duzdarîya keleya Tikrîtê dayê, wî jî bi dadmendî lê desşilatdarî kir. Ji xwe ew qenctirîn mirov bû. Piştre dema melîk Mesûd ew bi meraxeyî da şihneyê (serekê ewlekarîya) Îraqê Mucahîdeddîn Nehrûz12 jî dîsa ew lê (Tikrîtê) ma.


Di demekê de gava melîk Îmadeddîn Zengî ji ber Qeraca el-Saqî şikîya û tê [Tikrîtê] de derbas bû  hingê wî (Necmeddîn) ew hewand, xizmeteke pirr û baş jê re kir û birînên wî derman kir. Ew pazde rojan li cem wan ma û piştre zivirî welatê xwe Mûsilê. Dûvre weha qewimî ku Necmeddîn Eyyûb yekî xiristîyan seza kir û ew kuşt, hinekan jî gotîye ku birayê wî Esededdîn şêrkoh ew kuştîye lê ev yek [kuştina Necmeddîn yê xiristîyan] dijî awayê gotina Îbn Xellîkan e. Çiku ew weha dibîje: “Carekê gava qerwaşek ji karekî xwe vegerîyabû hingê gilî kiribû ku îsfehsalarê ber derîyê keleyê bi pey wê ketîye. Esededdîn jî hima ji cem rabûye û çûye serrimekê avêtiye wî û ew kuştîye. Birayê wî Necmeddîn jî ew girtîye, ji Mucahîdeddîn Nehrûz re jî nivîsîye û ew ji bûyerê agahdar kirîye. Wî jî weha bersiv daye: “Emekê bavê we  ku berî Necmeddîn ew cihgirê wî (Behrûz) yê ser vê keleyê bû li ser min pirr e û ji ber vê jî ez nikarim ti xirabî bi we re bikim, lê hima ji keleya min bar bikin.” Yanî Nehrûz/Behrûz ew ji keleya xwe derxistine.

Di wê şeva derketina jê [ji keleyê] de Melîk el-Nasir Selaheddîn Yûsuf jê re bûye. Wî gotîye ku; “Ji ber wendakirina welat û bajarê xwe min ew bêoxir didît”. Lê hinekan jê re gotîye: “Em dibînin ku tu bêyomîyê di vî zarokî de dibînî lê dibe ku ev zarok bibe fermandarekî mezin û bi navûdeng” û weha jî bû. Ew çûn ketin ber xizmeta melîk Îmadeddîn Zengîyê bavê Nûreddîn. Piştre ew li cem Nûreddîn man, bi pêş ketin û cihên wan bilind bû. Ew peyeberz bûn heya ku Nûreddîn, Necmeddîn Eyyûb kire cihgirê xwe yê Baalbekê13 û Esededdîn jî bû mezintirîn serdarê wî. Ew [Necmeddîn] demeke dirêj li Baalbekê ma û piranîya zaroyên wî li wê derê jê re bûn.


Paşê rewşa wî ya çûna Misrê ku me berê qal kir, çêbû û dûvre jî di meha zilhecceyê de ew ji ser hespê xwe terabû û heşt roj piştî ketinê jî, yanî di bîst û heftê zilhecceya vê salê (568/1173) de ew mir. Hingê kurê wî Selaheddîn dora Kerekê girtibû û ne hazir bû. Vêca gava nûçeya mirina wî gihîştê pirr pê êşîya û bi ber ket ku çima neamade bû. Wî bi şewat û xemgînî name şand û ev helbest li ser nivîsî:


Destê mirinê ew di nebûna min de zeft kir lê


Ger ez  amade bûma jî  ez nizanim min dê çi bikira


Necmeddîn Eyyûb yekî pirr nimêjkar, rojîgir û xwedîxêr bû, ew dilpak, camêr û pesindayî bû. Li ser vê yekê Îbn Xellîkan gotîye: “Li welatê Misrê xanqahên (xwendgahên/xwendegehên) wî hene û li dervayê Derîyê Nesr yê Qahîreyê jî mizgeft û selebên (karêzên) avê yên wî hene ku wî ew di sala 566/1170yî de kiribû weqif.” Ji xwe li şamê jî xanqaheke wî bi navê el-Necmîye heye. Gava kurê wî derketibû rêwîtîya Kerekê hingê jê hêvîya birêveberîya karûbarê Misrê kiribû heya ku vegere û berê jî karûbarê gencîne û darayîyê spartibû wî. Ew qenctirîn mirov bû ku gelek şairên nola Îmad û hinekî din pesnê wî daye û gelek li ser  gerandiye, çawa ku şareza Ebû şame di [berhema xwe ya bi navê] Rewdeteynê de jî qal kirîye [binêre li jor beşa Rewdeteynê r. 7]. Ew digel birayê xwe Esededdîn li saraya mîrîtîyê hatîye veşartin lê piştre di sala pêncsed û heştêyî [580/1184] de pêkve bo Medîneya Pêxember hatine veguhaztin û li wê derê di kunbeta wezîr Cemaleddîn el-Mûsilîyê destbirayê Esededdîn şêrkoh de ku behsa wî bihurî, hatine veşartin. Ew li cem wî [Cemaleddîn] ku di navbera gora wî û mizgefta Pêxember (silav lê bin) de ji heft zîraan [4.2m] pê ve nebû, hatin alîgor kirin.14


Li gorî ku ji van çavkanîyên jorîn û gelekên din jî tê zanîn û her weke ku Elî Beyyûmî jî Dîyar dike, Necmeddîn Eyyûb mirovekî pêbawer, jêhezkirî, şareza û ji bo biryarên bi rêkûpêk yên  li gorî dem û rewşê jîrikê malbata xwe bûye. Ji xwe dûrbînîya wî ji dema alêkarîya wî ya bi Îmadeddîn Zengî ve jî dixuyê, çiku digel şerê wî (Zengî) bi mezinê xwedîyê keleya ku lê dizdar bû, re û têkçûna wî di cenga li himberî Qereca el-Saqî de jî dîsa wî di Zengî de pêşerojeke baş û pêşengîyeke birêkûpêk dîtibû û xwe bêhtir nêzî wî kiribû. Ji ber vê dûrbînîyê jî wî ji malbata xwe re cihekî baş û qedrekî bilind li cem berendamê xurttirîn yê desşilatdarîya herêmê peyda kiribû û bi vî awayî jî ew bi bira û malabata xwe ve hem ji hêla îdarî û hem jî ji hêla leşkerî ve li cem Zengîyan gihabûn pêplûka herî bilind ku bêguman pareke mezin ya mêrxasîya şêrkoh û leşkergêrîya wî jî tê de hebû.


Herweha digel ku ew walîyê Baalbekê yê Îmadeddîn Zengî bû jî gava ew (Zengî) miribû û xwedîyê wê yê kevn Mu´îneddîn Unir (Onur?) dora wê girtibû da wê bi paşve vegire wî hema ev fersend bi kar anîbû û pê re li ser destkeftîyên hêja yên mîna meraxeyên dewlemend û fermandarîya leşkerî ya girîngtirîn bajarê herêmê yanî şamê li hev kiribû û Baalbek bi paş ve dabû. Bêguman wî ev yek ji bo pêşveçûna ber bi desşilatdarîyê ve girîng dîtibû ku loma digel dijderketina birayê wî şêrkohê serleşkerê sîpaha Nûreddîn û rexnegirîya wî ya bi devê Nûreddîn jî dîsa wî ev biryar dabû. Herweha gava fersend çêbûbû û hêvîya desşilatdarîyê li cem Nûreddîn bêhtir xuya kiribû jî hingê bi şertê destkeft û îmkanên hê çêtir wî şamê teslîmî Nûreddîn Zengî kiribû û bi vê yekê jî payeyeke wisa bilind li cem Nûreddîn jê re çêbûbû ku êdî dikaribû bêdestûr here cem û di hizûra wî de rûne. Ji xwe heya hingê û piştre jî jê pê ve ne ti kes û ne jî ti serdar bêdestûr ne karibûne li cem Nûreddîn rûnên û ne jî rûniştine.15


Ji xwe şêwirdarî û rêşînasîya Necmeddîn Eyyûb ji malbata wî re hê ji wextê dizdarîya wî ya Tikrîtê ve û piştî wê jî di qada jîyanê hemî de eşkere xuya dike. Lêbelê ev yek hê bêhtir di dû bûyerên biryardar yên dema serekfermandarîya şêrkoh û wezîrtîya Selaheddîn de derdikeve holê. Lewra di wan bûyeran de wî bi şîretên xwe yên hêja û dûrbînîya xwe ew ji xeterên ku dê piştre wan ber bi têkçûnê ve bibirina, xelas kirine, ew hino hino ber bi desşilatdarîyê ve nêz kirine û ew gihandine destpêka damezrandina desşilatdarîyeke ku bîr û hizrên wê hê ji dema Tikrîtê ve di dilê herdu birayan de hebûye. Bêguman ji bo vê yekê ev herdu bûyer jî pirr balkêş in.


Yek jê ew e ku di sala 1149an de gava Nûreddîn nexweş ketibû û her ku çûbû nexweşîya wî xedartir bûbû ta ku êdî mirina wî di nav xelkê de belav bûbû. Hingê şêrkoh jî dema li Humusê li derebegîya xwe mirina Nûreddîn bihîstibû hahakê rabûbû û berê xwe dabû şamê da here wê vegire. Lêbelê Eyyûb ku heya hingê jî walîyê şamê bû, li hemberî wî derketibû û jê re weha gotibû: “Tu bi vê yekê me têk dibî! Ya baş ew e ku tu vegerî Helebê. Vêca ger ku Nûreddîn sax be hingê tu dê li karê xwe bidomînî, lê ger ku miribe ji xwe va em li şamê ne û tiştê ku pêwîst be em dê bikin.” Ew rabûbû çûbû Helebê û dîtibû ku nûçeya mirina Nûreddîn ne rast e û herweha fêm kiribû ku vê şîreta Eyyûb jî ew ji karekî bêwext ku dê bubûya sedemê têkçûna armanca malbatê xelas kiribû.16


 Ya duyemîn jî bûyera geflêxwarina Nûreddîn û civîna Selaheddîn bi serdaran re bû ku li ser vê yekê Îbn el-Esîr weha gotîye:                              


“Di vê salê (567/1171) de hinek buyeran weha kir ku Nûreddîn di bin de bi dizî li kirinên Selaheddîn bikole. Sedemê vê yekê jî ew bû ku; Selaheddîn Yûsuf îbn Eyyûb di maha seferê ya vê salê de ji bo xezayê [cenga pîroz) ji Misrê berê xwe dabû welatê frengan; ew çûbû ser keleya eş-şewbekê ku di navbera wê û ya Kerekê de qonaxa rojekê bû û dora wê girtibû. Wî bi wan re şer kiribû heya ku zora wan biribû û ew bêgav mabûn jê daxwaziya ewlehiyê û deh roj moledanê kiribûn, wî jî ew dabû wan.


 Dema Nûreddîn ev serkeftinên Selaheddîn bihîstibû rabûbû ji şamê bi rê ketibû û çûbû ku ji hêla din ve têkeve welatê frengan. Hingê hinekan ji Selaheddîn re weha gotibû: ´Ger ku Nûreddîn têkeve welatê frengan û ew jî di vê rewşa xerab de bimînin, tu ji hêlekê ve pêve herî û Nûreddîn jî ji hêla din ve pêve were dê Nûreddîn welatê wan vegire. Ji xwe dema ew ji rê derkevin hingê li Misrê cihekî hemberê Nûreddîn namîne. Încar ger ew were vê derê û tu jî li vê derê bî divê tu pê re bibi yek û hingê jî tiştê ku bivê dê bi te bike, yanî  ger ku bixwaze dê te bihêle lê ger ku nexwaze ê te bavêje û ji xwe tu nikarî nehêlî jî. Nexwe ya baş ew e ku tu bizivirî Misrê.`


Ji ber vê yekê wî [keleya] şewbekê venegirt û ji wir fitilî Misrê, herweha wî ji Nûreddîn re jî nameyek rêkir, jê daxwziya bexşandinê kir û tê de diyar kir ku ji ber gihîştina nûçeyên xirecir û tevlîheviyên ’Elewiyan, ew bi lez zivirîye Misrê. Hem ew tirsiyaye ku ger ew ji wê derê dûr bimîne, dê gelê wê (Misrê) dijî cihgirên wî rabin wan jê derxin û nehêlin ku ew dagerin wê derê û bi vî awayî wî gelek sedem rêzkirin. Lê Nûreddîn ev sedemên lêborînê nepejirand, jê aciz bû û qest kir ku here wî ji Misrê bike der.


Ev nûçe belavbû û Selaheddîn jî pê hisiya, ew rabû wî mirovên xwe digel bavê xwe Necmeddîn Eyyûb, xalê xwe şehabeddîn Harimî û hinek serdarên din jî li hev civand armanca Nûreddîn û meşa ber pê ve ji wan re got û bi wan şêwirî. Dema bi yek gotinekê jî kesî bersîva wî neda, hingê birazyê Selaheddîn Teqyeddîn ’Umer rabû piya û got: ”Gava ku were em dê herin şerê wî û nahêlin ku têkeve Welatî” û mirovên wan yên din jî jê re erêkirin. Necmeddîn Eyyûb dijî vê derket, bi wan re xeyidî, pesnê Nûreddîn da, piştre  siqêfa bi Teqyeddîn kir ew da rûniştandin û ji Selaheddîn re got: ”Ez bavê te me û evê han jî xalê te şehabeddîn e, em herdu jî ji vanên ku tu wan dibînî hemuyan nêzîktirê te ne û pirtir ji te hez dikin, lê bi Xwedê ger ez û xalê te em Nûreddîn bibînin em xwe li cihê xwe ranagirin û em dê erda ber nigê wî ramîsin û ger ew ji me bivê jî em dê şûr jî bavêjin serê te. Haa erke ku em weha bin êdî tu yên din jî texmîn bike.


Ji xwe kîja serdarê ku tu wî li cem xwe  dibînî dema Nûreddîn bi tenê bibîne ew xwe li ser zînê hespê xwe ranagire. Ya rastî ev welat yê wî ye û em bende û cihgirên wî ne, gava ku bivê te bavîje ew vîyana wî dê li ser ser û çavên me be. Ya çak ew e ku tu nameyekê bi Neccabê postebir re rêkî û tê de bibêjî: ´Min bihîstiye ku tu dê ji bo welatî werî vê derê, ma çi hewceye ku tu xwe rat bikî û werî heya vê derê? Hima kole Neccab bişîne, bira qetikekî bêxe stuyê min û min bîne heya cem te, ji xwe ti kesê ku nehêle jî li vê derê nîne`.


 Li ser vê gotinê serdar û kesên din yên li wir giş rabûn û ji hev belabûn. Dema Eyyûb û Selaheddîn bi tenê man hingê wî jê re got: ´Te bi çi hişî ev yek kir? Ma tu nizanî ku dema Nûreddîn bibihîze em nahêlin ew were vê derê û em pêre cirê bikin, hingê em dê jê re bibin berê herî mezin û karîna pê hê zortir dibe? Lê niha dema fermanberiya me bibihîze wê dev ji me berde û bi hinekî din ve mijûl bibe, hingê desşilatdarî jî dê li karê xwe bidomîne. Bi Xwedê ger Nûreddîn doza zileke şekir jî bike ez dê pêre şer bikim û nadimê yan jî ez ê bême kuştin.`


Selaheddîn rabû wek jê re hate nîşandan kir û Nûreddîn jî - çawa ku Eyyûb texmîn dikir - dev ji wan berda û bi hinekî din ve lepikî. Heya ku Nûreddîn mir jî careke din qesta wî nikir û Selaheddîn jî bû xwediyê welatî. Ji xwe eva han dîtina baştirîn û ya qenctirîn bû jî.”17


Ji bilî van agahên jorîn Îbn el-Esîr li ser destpêka rewşa Necmeddîn Eyyûb û birayê wî Esededdîn şêrkoh jî weha dinivîse:


“Destpêka rewşa şêrkoh û sedemê çuyîna wî ya cem Nûreddîn weha bû: Ew û birayê wî Necmeddîn Eyyûb kurên şazî/şadî bûn ku ji herêma Duwînê/Divînê bû. Eslê wan ji kurdên Rewadî ne ku yek ji bişereftirîn azbatên kurda ye. Ew ji wê derê hatine Îraqê û ketine ber xizmeta Mucahîdeddîn Behrûz ku şihneyê (serekê ewlekarîya) Bexdayê, bû. Wî dît ku Necmeddîn mirovekî zana, xwedî dîtineke berfireh û xuyekî xweş e – ew ji şêrkoh mezintir bû - rabû keleya Tikrîtê ku hingê ya wî bû, dayê û ew kir dizdar û cihgirê xwe yê wê derê.


Necmeddîn Eyyûb tevî birayê xwe şêrkoh çû li wê derê bi cih bû. Dema şehîd atabeg Zengî îbn Aqsenqer li Îraqê ji ber Qerace el-Saqî şikest - çewa me di behsa sala 526/1131ê de bihûrand û reviya Tikrîtê hingê Necmeddîn xizmeta wî kir keştiyan jê re ray kir, bi wan ew û hevalên wî li Dîcle derbas kirin û bi xêr û xweşî û rêk û pêk ew bi rê kirin.


 Demek piştre şêrkoh li Tikrîtê yekî ku gelşek ketibû navbera wan, kuşt û li ser vê yekê jî Behrûz ew ji keleyê derxistin, wan jî berê xwe da cem şehîd Zengî. Wî xizmet û alîkariya ku pê re kiribûn bibîranî, qenciyê bi wan re kir û meraxeyeke hêja da wan. Piştre ku Zengî keleya Baalbekê zeftkir hingê Eyyûb kire mezinê wê. Wextê şehîd hate kuştin û leşkerê şamê dora Baalbekê girt, hingê Eyyûb jî lê bû û rewşa wî pir nexweş bû. Wî çaxî Seyfeddîn Xazî îbn Zengî jî bi lihevrastkirina bajarên din ve lepikîbû û ji ber vê yekê jî ew bêgav bû û keleyê da şamiyan. Eyyûb rabû keleyê, bi şertê meraxeyeke ku ew dixwaze bidinê, teslîmî wan kir, wan daxwaza wî pejirand û bû mezintrîn serdarê şamê.


 Birayê wî Esededdîn şêrkoh jî ku hê di saxiya bavê Nûreddîn Mehmûd de jî serkariya wî dikir piştî kuştina bavê wî Zengî êdî bi tevayî gihîşte wî. Dema Nûreddîn ew nêzîkî xwe kir û ew da pêş, pê re mêrxasiyeke ku ji kesî din nayê, dît û rabû milkê destê şêrkoh zêde kir heya Humus, Re’hbe û hinek deverên din jî xiste bin destê wî û ew kir serekleşkerê xwe. Gava Nûreddîn xwest ku şamê vegire ew şande cem birayê wî Eyyûb ku hingê li wir dima û ji bo vegirtina wê daxwaziya alîkariyê jê kir. Wî daxwaziya Nûreddîn bi şertê ku ew û birayê wî çi der û meraxeyên ku bivên bide wan, pejirand. Wî soz da wan û wan jî çawa ku bihûrî, bajarê şamê jê re vegirt. Wî jî sozê ku dabû wan anî cih û herduyan kire mezintrîn serdarên xwe. Piştî vê yekê gava wî xwset leşker bişîne Misrê, ji bo vî karê mezin û vî cihê bi xeter jî ji şêrkoh pê ve kesî din nedît û rabû ew şand; şêrkoh jî tiştê me got kir.”18



Divîn

Bêguman çawa ji van berhemên jorîn ku bingehên berhemên agahdêr yên ser Selaheddînê Eyyûbî û malbata wî ne, jî tê zanîn hema çi bigir hemî lêkolîn û çavkanîyên ku di vî warî de heya niha ketine destê min (bi hûr girên xwe ve ji pêncî berhemî bêhtir in) malbata wan ji xelkê Divîna Ermenîstanê û pisên rewadîyên azerbaycanê  dihesibînin. Ji xwe di vî warî de ya belavbûyî jî ew e ku bapîrên wan şadî bi zarûyên xwe û malbata xwe ve piştî kuştina Fedlûnê III (sêyemîn) û sernixûnbûna desşilatdarîya şedadîyên pismamên xwe ji Divînê barkirîye û berê xwe daye cem dostê xwe yê kevn Mucahededdîn Behrûzê şihneyê (serekê ewlekarîya) Bexdayê û dûvre jî bûye duzdarê (walîyê) keleya Tikrîtê.


Lêbelê du lêkolînên ku vê dawîyê ji hêla Ebd el-Xaliq Sersam û Muhsin Muhemmed Huseyn ve hatine kirin û îsal ketin destê min agahine ku bi gelemperî ji yên heya niha cud ne, pêşkêşî xwendevanên xwe dikin û gelek agah û zanînên me yên ser cih û warê malbata eyyûbîyan û heya radeyekê jî ser hoza wan serûbin dikin.


Ez dixwazim li vê derê hima bi kurtî be jî hinek agahdarî li ser dîtin û lêkolînên wan yên ser vê babetê bidim beşek xwendevanên dîroka kurdî. Li gorî van herdu lêkolînerên dîroka kurdî hatina şadî bi herdu kurên xwe yan jî bi malbata xwe ve ji Divîna Ermenîstanê/Azerbaycanê şaşîyek e ku serê pêşî ji herdu nivîskarên serdema Selaheddîn derketîye. Yek jê Behaeddîn Îbn şedddad e ku katibîya Selaheddîn kirîye, li ser jîyana wî kitêbek nivîsîye û tê de gotîye “Eyyûbê bavê Selaheddîn li Divînê çêbûye”. Yê din jî Îbn el-Esîr e ku ew jî di dema Selaheddîn de jîyaye û di kitêba xwe ya el-Kamil fî-l-Tarîx de gelek behsa ceng û xebatên Selaheddîn kirîye û tê de nivîsîye ku “Bav û kalên Selaheddîn ji Divîna herêma Azerbaycanê bar kirine, hatine Îraqê cem Mucahîdeddîn Behrûz û wî jî ew danîne ser Keleya Tikrîtê ku meraxeya wî bûye”.


Bes Yaqût el-Hemawî jî di berhema xwe ya Mu´cem el-Buldan (Ferhemga Welatan) de di xala Dewînê (Divînê) de wê dixe ber Errana ku dikeve dawîya tixûbê Azerbaycanê û nêzî Tiflîsê. Herweha dîroknasên din yên ku piştî wan hatine jî bi wan bawer bûne û bê ku lê bikolin hima yekser eynî tiştî nivîsîne, çendî ku Îbn Xellîkan lê varqilîye û xwestîye ku wê li hev rast bike jî gava ku gotîye “Divîn ji hêla Erran û Gurcîstanê ve dikeve dawîya deverên Azerbaycanê” lê ji ber ku wî jî deverê nedîtibûye nikaribûye wê tam bi cih bike.


Ew [A. Xaliq Sersam û Muhsin M. Huseyn] dîyar dikin ku ya rastî ne Erran ji herêma Azerbaycanê bûye û ne jî Divîna ku dîroknasên ereban jê re Debîl gotîye ji herêma Erran yan jî Azerbaycanê bûye, lê belkî ew Debîla ku mebest jê Divîn e, ger rast be ew di ber aqarê Ermenîstanê de bûye.


 Ew piştî ku li gorî xwe van şaşîyan hemî derdixin holê, dîyar dikin ku Divîneke  kevnare li cem bajarê Selaheddînê yê niha yanî Pîrmama ku dikeve ber aqarê Hevlêrê û niha wêran bûye lê şûnwarên wê mane, hebûye û ew ji wê derê bûne.


Gava Behrûz ji Hemedanê ji hêla selçûqîyan ve ji bo şihnetîya Bexdayê hatîye şandin hingê li ser rêya xwe li wê Divînê bûye mêvanê şadî, jê hezkirîye û ew bûne dostên hev. Piştre gava sultanî Tikrît bi marexeyî daye Behrûz hingê wî jî dizdarîya wê spartîye dostê xwe şadî.19


Çendî ku van herdu lêkolîneran bi taybetî jî Ebd el-Xaliq Sersam li ser vê yekê gelek xwe westandine û delîline hêja rêz kirine jî lê dîsa ev pirsên jêrî ku di serê mirovî de çêdibin bêbersiv dimînin:


1. Weke ku ji berhemên jorî jî dixuyê dostanîya navbera Behrûz û şadî dê ne mîna be bes dostanîya mihvandarîyekê, lê belkî ew hê jê dûr û dirêjtir xuya dike.


 2. Ger ev Divîna Pîrmam heya dema hatina Behrûz û belkî derengtir jî hebe û ew jî lê mabin; hingê mirov meraq dike ka gelo ev kengê wêran bûye û ger heya hingê mabe jî çima Îbn şeddad û Îbn el-Esîr ku herdu jî ji herêmê bûne pê nizanin û wan ji herêma wan derdixin dibin tê heya Azerbaycan yan jî Ermenîstanê û xwe di şaşîyan de digevizînin? Ma ne divê ku haya wan ji Divîna bin guhê wan hebe û bi taybetî jî hoz û eşîrên herêma xwe qenc nas bikin.


 3. Berfirehkirina Azerbaycanê heya ber sînorê Hevlêrê yan jî Hevlêr jî di ber de gelekî serê mirovî diêşîne û di xerîteyên kevnare yên mîna Îbn hewqel û Îstexrî de jî ev nayê eseyî kirin.


4. Herweha Mînorsky jî ku navçeya Kafkasyayê qenc dinase û gelek lêkolînên wî yên hêja hem li ser wê û hem jî li ser dîrok û bingehê kurdan bi taybetî jî li ser şeddadî, rewadî û pêşîyên Selaheddînê Eyyûbî hene, ne li himberî hebûna vî bajarê Divînê derketîye û ne jî li himberî hatina wan ji wê derê. Lê belkî ew hem hebûna bajarekî weha li wê derê tekez dike û hem jî dîyar dike ku hê ji mêj ve, ji dema medan ve kurd li wê herêmê û li qûntara çiyayê Agirîyê jîyane, heya vê dawîyê jî li wan deran mane û di dem û pêlên cuda de li wan navçeyan gelek desşilatdarî jî kirine.20  


 Ji xwe yek ji lêkolînerên vê dawîyê Cemal Reşîd Ehmed jî di lêkolîna xwe ya bi navê Atalarýn Karşýlaşmasý de hebûna bajerekî bi navê Dewînê/Divînê li hêla Ermenistanê û hatina malbata eyyûbî ji wê derê tekez dike û eyyûbîyan digihîjîne karbidestên hoza rewadîyan.21


Herweha şerefxanê Bedlîsî jî di tarîxa xwe ya bi navê şerefnameyê de di beşa pêncan de ku li ser sultanên Misr û şamê yên eyyûbî ye dîyar dike ku ew zaruyên şadîyê kurê Merwan in, rewadî ne  û ji xelkê Divîna Azerbaycanê ne. Ew dibêje: “Divîn bi xwe niha wêran bûye û ji şûnwarên wê re jî Kernî Çixur Se´d tê gotin.22  


 Lê bi ya min dibe ku ev Divîna kevnare ya nêzî Hevlêrê dawîyê piştî hatina malbata eyyûbîyan ya herêmê hatibe avakirin. Ji xwe kurd hertim gava ji herêmekê barî herêmeke din kirine gelek navên deverên xwe jî bi xwe re birine û li yên ku nû avakirine danîne. Nimûne: Tanzê, Dasina, Erzen, Bêkend, Dêrik û gelekî din.


 Lê bi rastî di kitêbên cografiya û dîrokê yên berî 1000ê pêşî de ji Îbn Hewqel pê ve kesî din behsa navê Divînê nekirîye, bes yên vê sedsala dawî heya dema Minosky jî Debîlê di cihê Divîna kevn ya Kafkasyayê de qebûl kirine û ew (Debîl) di hemîyan de heye.


Heçî Îbn Hewqel bi xwe Debîlê hem di xerîteya xwe de û hem jî di deqa berhema xwe de di ber herêma Ermenîstanê de nîşan daye,23 lê di nusxeyeke din ya kitêba xwe de ku piştre edîtorî ew xistîye nav kevanekê, weha qala Divênê jî dike: “Heçî Dewîn/Divîn bi xwe bajarekî mezîn î pirr bi xêr û bêr, bi bostan, bi mêwe û çandinî ye. Sûrên dora wê more (ji herîyê) ne, kanî û avên herek lê hene û çandinîyê wê bi pirranî pembû û çiltûk (birinc) e. Niha rewşa xelkê wê ji ber cînartîya gurcîyan xera bûye, çiku wan bajarî talan kirîye û ew şewitandîye û çi gava ku fersenda wan çê dibe jî ew êrîşan tînin ser. Niha wan di nava bajarî de mizgeftekê ava kirîye û sûreke din li dora wê çêkirîye û dora sûrê jî xendeq kirîye. Di nava mizgeftê de kanîyeke avê heye ku gava leşkerê gurcîyan ji nedî ve davêjin ser wan, ew xwe tê de disitirînin. Di navbera wê û çemê Ressê de du fersex (25km) hene.”24


Vêca ligorî ku ew di heman demê de hem qala Debîlê û hem jî ya Divînê dike nexwe divê ew du bajarine ji hev cuda bin lê weke ku me li jor jî got pirrên dîroknasan herduyan yek qebûl kiriye.  


 Wergera ji erebî: Emîn Narozî


 


  -----------------------------

Not


[1].  Di çapa A (r. 175) û çapa Misrê (c. 1, r. 237) de Sicistan e.


[2].  Li Îranê bajarek e ku bi bîst fersexan (250km) nêzî şîrazê dikeve, (Yaqût el-Hemawî, M’cem el-Buldan, c. 2, r. 181). [Ew weha jî didomîne: Ew bajarekî paqij î xweş e ku ecem [yên ne ereb] jê re “gor” (bi farisî yanî tirb), dibêjin. Li gorî Îbn el-Feqîh û Îstexrî  şahê sasanî Erdeşêr ew ava kirîye û navê Xure lê danîye, bes piştre ereban jê re gotîye “Cûre”. Binêre Yaqût el-Hemawî, Mu´cem el-Buldan, Dar el-Kutub el-Îlmîye, Beyrût, sal ne dîyar e, çapa nû, c. 2, r. 210, hejmar 3324].


[Li gorî Ebd el-Xaliq Sersam dibe çiyayê Gorê be ku dikeve ser rêya Hevlêrê û navê xwe jî ji goreke kevnar ya ku li wê derê ye (Bîr-i Merwan/Gora Merwan), girtibe lê “g”ya kurdî di erebî de bûye “c” û “o” jî bûye “û”. Binêre Ebd el-Xaliq Sersam, Selaheddîn el-Eyyûbî Mewtînuh el-Heqîqî we-l-Dewr el-Tarîxî lî-l-Eyyûbîyîn, Kawa lî-l-Neşr we-l-Tewzî´, Beyrût, 2001, çap 1 , r. 17.] 


3. Yaqût el-Hemawî di Mu‘cem el-Buldana xwe de (c. 2, r. 491) dibêje: ”Dewîn bajarekî herêma Erranê ye ku dikeve dawîya sînorê Azerbaycanê û nêzî Tiflîsê ye. Desşilatdarên şamê yên Eyyûbî ji wê derê ne.”


4. Îbn Xellîkan, Wefeyat el-E‘yan, Dar el-Kutub el-‘Îlmîye, Beyrût, 1998, c. 1, r. 253-57.


5. Ew kurê şahînşah îbn Eyyûb e ku bûbû duzdarê Baalbekê û demekê jî li şamê cihgirîya mamê xwe Selaheddîn kiribû. Ew di sala 578/1182yan de mir û li kumbeta xwendegeha xwe hate veşartin. Binêre, şuzurat el-Zeheb, c. 4, r. 262-263.


6. [Bêguman ev ne Melîk el-Mueyyed Ebû-l-Fîda Îsmaîlê nevîçîçirkê Teqyeddîn ‘Umerê kurê şahînşah îbn Eyyûb e ku kitêbên el-Muxteser fî Exbar el-Beşer û Teqwîm el-Buldanê nivîsîne. - E.N.]


7. Yaqût [el-Hemawî] ew [Cebel Cûrê/Çiyayê Cûrê] weke eyaleteke mezin ya Ermenistanê ku di destê filehan de dima, kele û gundên wê hebûne û digiha [sînorê] Dîyarê Bekir, daye  nasîn. (Mu´cem el-Buldan, c. 3, r. 49). [Li gorî çapa cem min c. 2, r. 119, hejmar 2928 e. Lê li jor jî wî ew xiste ber herêma Îranê ku bi qasî 250kmyî nêzî bajarê şîrazê dikeve, binêre li jor not 2]   


8. Ebu-l-Qasim el-Ensabazî el-Derkezînî di sala 518/1124an de bûye wezîrê sultan Elî îbn Muhemmed îbn Melîkşah û piştre jî bûye yê birayê wî sultan Tuxrul, lê dûvre di sala 528/1133-34an de Tuxrul ew kuştîye. Îmad [Îmadeddîn el-Katib el-Îsfehanî] gotîye: “Ensababaz di nav herêma Derkezînê de mexzenîka kesên zanatir bûye ku loma jî wî xwe pê daye nasîn.“ Îmad ew bi mulhidî (kafirî) ku şaxekî mezdekîyên xuremî ye, tawanbar kirîye û gotîye ku wî di dema wezîrtîya xwe de gelek zanayê dewletê ku apê Îmad Ezîz jî tê de bû, îbretgerandî kirîye. (Binêre el-Selçûqîye, deverên cuda û [Yaqût el-Hemawî] Mu´cem el-Buldan, c. 1, r. 351 û c. 4, r. 54.) 


9. Herêmeke el-Cezîreyê ye ku bajarê Nisêbînê jî tê de ye, [Yaqût el-Hemawî], Mu´cem el-Buldan, 8. 193. 


10. Ji berhema Ebû şame şehabeddîn Ebd-ul-Rehman îbn Îsmaîl el-Meqdîsî, el-Rewdeteyn fî Exbar el-Dewleteyn el-Nûrîye we-l-Selahîye, bi sererastkirina Dr. Muhemmed Hilmî Muhemmed Ehmed, Metb´e Dar el-Kutub el-Misrîye, Qahîre, 1998, c. ½, r. 533-540 hatîye wergerandin. 


11. [Ev şi´r gelekî dirêj bû û hê yeke ji wê dirêjtir jî hebû, lê ji ber dirêjîyê min hemî newergerand. - E.N.]


12. Di el-Kamil, Rewdeteyn û Wefeyat el-E´yanê de Behrûz e.


13. [Ya rastî ne Nûreddîn Zengî lê bavê wî Îmadeddîn Zengî bû ku gava Baalbekê vegirtibû ew kiribû duzdarê wê. Binêre li jor li Wefeyat el-E´yana  Îbn Xellîkan û li Rewdeteyna Ebû şame, c. ½, r. 330. - E. N.]


14. Ji berhema Ebu-l-Fîda Îsmaîl îbn Kesîr, el-Bîdaye we-l-Nîhaye, c. 11-12, r. 213-14, bûyrên sala 568/1172yan hatîye wergerandin. [Çendî ku di van hersê berheman de ji ber jihevguhestina wan hinek dubareyî hebe jî dîsa ji bo ku ev kitêb ji çavkanîyên sereke yên vî warî bûn min xwest ku ez agahên wan yên ser jîyana Necmeddîn Eyyûb bi tevayî wergerînim da xwendevan bi çavên xwe bibînin. E. N] 


15. Binêre Elî Beyyûmî, Qîyam el-Dewle el-Eyyûbîye fî Misr, Dar el-Fikr el-Hedîs Qahîre, 1951, Wergera tirkî Ebdu-l-Hadî Tîmûrtaş,  weşanên Kent, Îstanbul, 2005, r. 80; Ebû şame, Rewdeteyn c. 1/1, r. 23.   


16. Binêre Elî Beyyûmî, berhema navdayî (b.n.), r. 70-75, 77-81, 88; Îbn el-Esîr, el-Kamil fî-l-Tarîx, Dar el-Kutub el-´Îlmîye, Beyrût, 1987, c.9, r. 435, sal 554; Îbn Xeldûn, Tarîx îbn Xeldûn (Kîtab el-Îber we Dîwan el-Mubteda` we-l-Xeber), Dar Îbn `Hezam, Beyrût, 2003, c. 2, r. 2054).


17. Îbn el-Esîr, b.n., c. 10, r. 36, sal 567/1171. Herweha Îbn Xeldûn û Elî Beyyûmî jî ev bûyer bi kurtî di berhemên xwe de nivîsîne.  Binêre Îbn Xeldûn, b.n., c. 2, r. 2060; Elî Beyyûmî, b.n., r. 174-75.


18. Îbn el-Esîr, b.n., c. 10, r. 16, sal 564/1168.


19. Binêre Ebd el-Xaliq Sersam, b. n. r. 7-30 û Bedran Ehmed Hebîb Hîwar digel Muhsin Muhemmed Huseyn, Nunaşîd Selaheddîn em Nuhasib Enfusena, Aras, Metbe´e el-wezare we-l-Terbîye, Erbîl, 2002, çap 1, r. 19-26.


20. V. Minorsky, Studies in Caucasian History, Taylor´s Foreign Press, 1953, London, Prehistory of Saladin, r. 116-130. 


21. Cemal Reşîd Ehmed, Atalarýn Karýşlasmasý Derbend ve şarvan ülkesinde kürteler ve alanlar, Avesta, Istanbul, 1998, wergera tirkî, Siraç Dîrek, r. 187-200.


22. şerefxanê Bedlîsî, şerefname, Weşanxaneya Apec, Spånga/Swêd, 1998, wergera kurdî Ziya Avcý, r. 104.


23. Îbn Hewqel Ebu-l-Qasim el-Nesîbî, Sûret el-Erd, Brîl, Leydin/Dar Sadir, Beyrût), beşa Ermenîstan, Azerbaycan û Erranê, r. 332-33 û 342.


24. Îbn Hewqel, b.n., beşa Ermenîstan, Azerbaycan û Erranê, r. 337.

Become a member

Get the latest news right in your inbox. We never spam!